Çeteyan di nava heftiyekê de 4 welatî ji Efrînê revandin

Roj nîne ku ji Efrîna dagirkirî welatî neyên revandin. Çeteyên Dewleta Tirk herî dawî jinek jî di nav de, 4 welatî li Efrînê revandin. Çeteyan, tenê di hefteya borî de, 2 jin jî di nav de, 14 welatî li Efrînê revandin û zêdetirî 8 mal desteser kir.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Revandina şêniyan bûye ji bo dagirkeran bûye kiryareke rojane.

Çeteyan herî dawî di nav de jinek 4 welatî ji Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar .

Navên kesên hatine revanind ev in:

Rohat Nûrî Îbo yê 22 salî ji gundê Korzêlê yê Efrînê

Mihemed Nûrî Qedmo yê 34 salî ji gundê Zerê yê Bilbilê

Hejar Mihemed Golîn yê 26 salî ji gundê Badîna yê Raco

Welat Elî Ebo 27 salî ji gundê Kaxirê yê Mabata

Kesên hatine revandin heta niha çarenûsa wan ne diyar e

Her wiha welatiyê bi navê Horîk Sebrî Tiraş yê 60 salî, piştî çend mehan ji revandina wî çeteyan li hemberî berdana wî pere wergirt û ew berda.

Çeteyan di heftiya borî de 14 kes revandin

Li aliyekî din, çeteyan du malên welatiyên Efrînê yên koçber bûne li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê desteser kir û firotin malbatên çeteyan.

Li gorî malpera Efrîn Post çeteyan tenê di hefteya borî de:

8 malên welatiyên Efrînê desteser kir,

14 kes ji wan 2 jin revandin,

û zêdetieî 1000 dar birîn.

Back to top button