Şengal..Helwesta Barzanî ya li beramberî şehîdan bêrêzî û bê exlaqiye

Malbatên şehîdan yên Şengalê jî piştgirî dan çalakiya Semalka ku ev 61 rojin didome.

Malbatên Şehîdan yên Şengal bi daxuyaniyekê, piştgirî dan çalakiya li ber deriyê Sêmalka.

Malbatên şehîdan li goristana Şehîdan kom bûn û li wir daxuyaniyek dan.

Malbatan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser îxanet û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di dîroka Kurdistanê de bi sedan caran PDK’ê xiyanet kiriye û niha jî bûye hevalbendê dewleta Tirk ya dagirker.

Malbatan diyar kirin ku ew çalakiya gelê Rojava ya li dijî xiyaneta PDKê û ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd destek dikin.

Malbatên Şehîdan yên Şengalê dawî de eşkere kir ew helwesta Barzanî ya li beramberî Şehîdan wekî bêrêzî û bê exlaqîyekê dibînin û bang li PDK’ê kir, dest ji vê dijmintiya xwe ya li hemberî gerîlayên azadiyê berde.

Back to top button