Kongra Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi dirûşmeya ”Bi têkoşîna jina azad, em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin”, Kongreya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salê li dar xist.

Civîn vê sibehê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dest pê kir.

Nûnerên saziyên jinan ên herêmê tevlî civînê bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Endama Meclîsa jin ya Edaleta civakî a herêma Firatê Felek Yusif ve hat kirin.

Piştî xwendina rapora salê, rewşa siyasî, rêxistinî, jinê û ya koordînê hate dirxandin.

Back to top button