Li 51 jinên girtî cezayê “govend û starên Kurdî” hat birîn

Li girtîgehên Tirkiyê zexta li ser girtiyan bûye sîstematîk. Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan siyasetmedar Ayla Akat Ata jî di nav de 51 girtiyên jin, ji ber ku bi kurdî stran gotine û govend gerandine cezayê dîsîplînê li wan hate birîn.

Dewleta Tirk a dagiker bi tecrîda girankirî ya Îmraliyê re, tevî girtîgeh xistine cihê zext û binpêkirinan.

Yek ji wan girtîgehan Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye.

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di 15’ê Tebaxê de, bi hineceta govend gerandinê, stranên bi kurdî gotine û dirûşm berz kirine der barê 51 girtiyên jin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Girtiyên jin li dijî cezayên disîplînê derketin û serî li Dadgeha Înfazê dan.

Dadgehê diyar kir ku jinên girtî bi tirkî dizanin û heke ku ew heqê werger bidin wê wergêr tayîn bike.

Jinan diyar kir ku parastina bi zimanê dayikê mafek yasayî ye û dayîna heqê wergêr red kirin.

Li 51 girtiyên jin cezayê disiplînê yê “mehek ji serdanê bê bêpar hiştin” li wan hat birîn.

Li aliyê din Ayla Akat Ata jî bal kişandiye ser tecrîdkirina Ocalan û wiha gotiye:

“Min dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bêserok jiyan nabe’ berz kirin. Em ê van duruşmeyan her dem berz bikin.Ez di wê baweriyê de me ku wê pêvajoyeke çareseriya demokratîk pêk were û Abdullah Ocalan jî wê piştevaniyê li vê pêvajoyê bike.”

“Girtî li zîndanan, em li mala xwe di bin tecrîdê de ne”

Li dijî binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê xizmên girtiyan di 16’ê Mijdarê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.

Nobet di roja 19’an de bi beşdarî malbatên nû bi biryardarî dewam dike.

Bavê Nivîskar Herdem Merwanî, Abdulhalim Kirtay (73) ê jî ev 29 sal in di girtîgehê de ye.

Herdemê da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din her diçe kûrtir dibin û got:

“Tecrîd bandora xwe li ser hemû civakê dike. Em li mala xwe jî di bin tecrîdê de ne.

Li dijî van polîtîkayana ji xeynî têkoşînê tu rê tune ye. Em ê destûrê nedin van polîtîkayan.

Divê gelê kurd bibe yek û bibe dengê girtiyan.

Back to top button