Çalakî kete meha sêyemîn, heta niha PDK’ê tu bersiv nedaye

Çalakiya Dayîk û mlabatên şehîdan a li Sêmalka bi piştgriya şênî û endamên saziyê Rêveberiay Xweser di roja 61’ê de dewam dike.
Xebatkarên Komîteya Tenduristî ya herêma Cizirê îro beşdarî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike..31 Dayîkên Aştiyê jî xwestin derbasî Başûr bibin, lê Hêzên PDK’ê ew asteng kirin.

Çalakiya konvedanê ya dayîk û malbatên şehîdan li Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên Şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku 29’ê Tebaxa derbasbuyî bi destê hêzên PDK`ê hatin şehîdxistin dewam dike.

Çalakî bi piştgiriya şêniyên herêmê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser a di roja 61’ê an dewam dike.

Îro jî Endam û xebatkarên Komîteya Tenduristî a herêma Cizirê beşdarî çalakiya konvedanê bûn.

Xebatkar û endaman, ber bi sînorê navbera Başûrê û Rojavayê Kurdistanê meşiyan û li wir daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin heta PDK’ê cenazeyên şehîdan radestî wan nekin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Di dawiyê de bang li PDK’ê hate kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Hêzên PDK’ê dîsa rê nedan ku dayîkên aştiyê derbasî başûr bibin

Di heman demê de, Komek ji Dayikên Aştiyê ku ji 31 dayîkan pêk tê, li ber konê xwepêşandanê yê Sêmalka kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê û xwestin peyamekê bişînin ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re.

Lê hêzên PDK’ê qebûl nekirin peyama Dayikên Aştiyê ji hikumeta Başûr re were şandin.

Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina redkirina peyamê ji aliyê PDK’ê ve, li ser pira di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de xwepêşandanek li dar xist.

Dayikên Aştiyê gotin, heta wergirtina cenazeyên her du şehîdan dê çalakiya xwe ya li deriyê Sêmalka bidomînin.

Ev cara sêyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên her du şehîdan berê xwe didin deriyê Pêşxabûrê, lê tevî ku çalakiya konvedanê kete meha sêyemîn, heta niha PDK’ê tu bersiv nedaye.

Back to top button