Peykerê jina Êzidî Ceylan Berces li Til Izêr hat danîn

Fermana Tebaxa 2014’an nayê jibîrkirin..
Di fermanê de bi hezaran jin dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞê.
Ceylan Berces jî yek ji wan jina ye ku piştî ketibû destê Daiş, xwe kuştibû…
Peykerê Ceylan, li nava Şengalê hat danîn.

Peykerê ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Korkorka ve hatî çêkirin, bi merasîmekê li navçeya Til Izêr hate danîn.

Di merasîmê de, tevî malbata Cîlan, endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ, fermandarên hêzên parastin û rûspîyên eşîran amade bûn.

Bi navê malbatê, dayîka Cîlan, Şemê Berces axivî û got:

“Ez bi keça xwe serbilindim û Cîlan keça hemû Êzîdiyane.”

Cîlan Berces di sala 1995’an de li Tilizêra Şengalê ji dayîk dibe.

3’ê Tebaxa 2014’an piştî ku hêzên PDK’ê ji Şengalê reviyan, ew jî mîna bi hezaran jinan, dîl ketibû destê çeteyan.

Lê Cîlan li şûna di destê çeteyan de bimîne, piştî çend rojan dawî li jiyana xwe anîbû.

Back to top button