Zarokên Şengalê ji Rêber Apo re name nivîsandin

Zarokên Şengalê hestên xwe bi nameyan ji Rêber Ocalan re şandin û di nameyên xwe de daxwaza azadî û bi hevre jiyankirinê kirin.

Zarokên Êzidxanê ku dema êşa mezin ya fermanê sala 2014’an de çavên xwe li dinyayê vekirin, hestên xwe û daxwaza wan ya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û dîtina wî bi çend tîpên ku fêrbûne li ser pelên spî nivîsandin.

Zaroka bi navê Bedriya Xêro di nameyê de wiha nivîsiye:

“Ez di xwazim Serok Apo azad be. Eger Serok Apo azad be em ê li Şengalê bi rengên kesk û sor û zer biçin pêşwazî bikin û emê şahiyên rengîn çêbikin û Serokê xwe kêfxweş bikin. Eger Serok Apo azad be em ê wek zarokên Şengalê jî azad bin”.

Zarokên Êzidxanê siloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ qêriyan.

Back to top button