QSD: Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên Eyn Îsa da

Arêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Eyn îsa dewam dikin..
Dagirkeran bi dijwarî êrişî deverên nêzî Kampa Eyn Îsa û nexweşxaneya Omer Elûş kirin. QSD’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da,

Têkildarî êrişa artêşa Tirk a dagirker QSD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan daye.

QSD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe te têkildarî êrişê ev agahî da:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Seyda, rêya M4 û navenda navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirar gihaştin mal û erebeyên sivîlan.

Her wiha zirar bi Nexweşxaneya Şehîd Omer Eloş a li bajêr jî çêbû.

Di çarçoveya parastina mafên rewa de hêzên me bersiva êrişan dan.

Şervanên me li baregeha dagirkeran a li gundê Sêdar da û rûxand.

Li baregeha Kermaze ya li bakurê Eyn Îsayê jî da û wêran kir.

Di dawî de QSD’ê daxuyakirin ku dê li hember her cûrê êrişê gelê herêmê biparêze.

Back to top button