Rejîma Îranê îro li Kirmanşanê kolberê bavê 2 zarokan kuşt

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bu debara jiyana xwe bikin neçar dibin ku karê kolbertiyê bikin, lê her carê dibin hedefa rejîma Îranê.

Hêzên rejîma Îranê îro li ser sînorê bajarê Qesrê Şîrîn yê girêdayî Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê komeke kolber kir armanc û gule li wan reşand.

Di encama gule berdana rejîma Îranê de kolberekê jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn kolberê bi navê Hebîb Rustemî yê 32 salî gule li serê xwe xwariye.

Bi xwe xelkê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê û li heman cihî jiyana xwe ji dest daye.

Rustemê ku hatî qetilkirin bavê 2 zarokan bû.

Back to top button