PDK’ê rê neda şandeya Mexmûrê biçe sersaxiya 3 birayên ku di êrişa DAIŞ’ê de şehîd bibûn

2’ê Mijdarê çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçox a Mexmûrê êrişî pêşmergeyan kiribû. Di encamê de 3 bira û 10 pêşmerge şehîd bûbûn. Şandeyek ji wargeha Mexmûrê xwestin serdana malbata qurbaniyan bikin û sersaxiyê li wan bikin. Lê hêzên PDK’ê li benda kontrolê rê li şandeyê girt.

Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rutem Cûdî (Mexmûr) ji bo biçin konê sersaxiyê li gundê Xidirce yê Dîbega ji aliyê hêzên PDK’ê ve li benda kontrolê hatin astengkirin.

Tevî hemû hewldanên şandeyê hêzên PDK’ê destûra serdanê neda.

Piştî şande vegeriya wargehê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Li ser navê şandeyê Mele Elî Sipêrtî helwesta çekdarên PDK’ê şermezar kir û got:

“Berî her tişî em sersaxiyê ji malbata Mam Hecî Îsmaîl û pêşmergeyên giyanê xwe ji dest dane re dixwazim.

Em tu cudahiyê naxin nava tu kesê, çi pêşmerge, çi gerîla û çi welatpêrz bin. Ligel me hemû yekîn”.

Sipêrtî anî ziman ku wan tenê xwestin êşa malbatê parve bikin lê hêzên PDK’ê ji bo vê yekê jî rêneda û astengî derxist.

Back to top button