Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Lihêbanê yê Kerkûkê kir

Tenê di nava çend rojan de li Başûrê Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê 4 êriş pêk anîn. Di van êrişan de herî kêm 20 kes şehîd bûn. Êrişa wan a dawî jî duh bû ku êrişî gundê Lihêbanê yê Kerkûkê kirin. 

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Lihêban ê navçeya Sergeran a Kerkûkê kir.

Piştî çeteyan êriş kir, şêniyên gund bersiva çeteyan dan û di encamê de pevçûn derket û heta derengiya şevê dewam kir.

Li ser ziyanan heya niha ti agahiyek nehatiye bidestxistin.

Hat rahgihandin ev gund ê “Lihêban” cara sêyem dibe armanca êrişên çeteyên DAIŞ’ê.

Ji 20’ê Mijdara borî ve, 4 car in çeteyên DAIŞ li Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne.

Di van êrişan de heta niha herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button