Berî çend rojan ji ber rawestandina lêçûnên wan ên mehane, li başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngeh û peymangehan, dest bi çalakiyan kir. Ev çalakî hîna didomin û îro jî xwendekar daketin kolanan.
Îro bi vekirina deriyên zanîngehan re, xwendekarên li zanîngehên Koye, Helebce, Ranye û Qeladizê çalakî pêk anîn.
Xwendekar li ber deriyên zanîngehên xwe kom bûn û bênavber bi siloganan daxwaza mafê xwe kirin.
Ji bilî xwendekarên van deveran dibe îro li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngeh û peymangehan dakevin kolanan.
Tevî ku demek e xwendekar di nav çalakî û xwepêşandanan de ne jî, heta niha Hikumeta Başûrê Kurdistanê guh nedaye daxwazên wan û bi cih neanîne.
Hikumetê bi binçavkirina xwendekaran bersiva daxwazên wan dabû û ji wan heta niha gelek binçavkirî ne.