Hêzên hikûmetê herêmên Cebel El-Zawiyê ên Idlibê bombebaran kirin

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de li Idlibê didome.

Îro jî hikumeta Şamê gelek herêmên li Cebel El-Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Vê sibê jî li derdora baregeha Tenefê a Koalisyona Navneteweyî 2 teqîn pêk hatin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ”Hêzên Hikûmeta Şamê herêmên El-Fetîra, Bênîn û Filêfil ên Cebel El-Zawiye ên Idlibê dan ber topan”.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk jî navendên hikumeta Şamê yên li derdora El-Sermaniyê yê Sehil El-Xab ê Hemayê kirin armanc.

Duh jî çeteyên dewleta Tirk navendên hêzên hikûmetê û komên alîgirên wê yên li herêma El-Erbîx a Idlibê topbaran kir.

Li derdora baregeha tenefê 2 teqîn pêk hatin

Çavdêriyê ragihand ku îro di saetên sibê de du teqînên dijwar li herêma 55`an a li sêgoşeya sînorê di navbera Sûriyê – Iraq-Urdunê de ango nêzî baregeha Tenef a girêdayî Koalisyona Navneteweyî, rû dan.

Heta niha ti agahî derbarê teqînan de nehatine belavkirin.

Back to top button