Li Marsîlya çalakiya konvedanê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dest pê kir

Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya Terorê; çalakî her diçe zêde dibin. Duh li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya konvedanê hat destpêkirin. 

Çalakiya konvedanê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Marsîlyayê ve hat destpêkirin.

Di roja yekem a çalakiyê de gelek îmze ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hatin komkirin û belavok hatin belavkirin.

Tevî wan, pirtûkên Rêberê Apo jî hatin belavkirin.

Dibe ku çalakî heta hefteyekê bidome û roja Şemiyê bi meşekê girseyî bi dawî bibe.

Back to top button