Komîteya Pîşesaziyê li Reqayê 3 piran sererast dike

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Reqa 3 pirên ku gundewarê Reqayê bi bajêr ve girê didin, sererast dikin. Li gorî berpirsên projeyê, di nav çend mehan de wê xebatên sererastkirina van piran bi dawî bibe. 

Serokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê endizyar Quteybe Miho têkildarî vê projeyê ev agahî dan:

“Di encama şerên ku li herêmê qewimîn de gelek pir hatin wêrankirin û li şûna wan pirên demkî hatin danîn.

Me komîteya xizmetguzariyê, erka sererastkirina hemû piryan girt ser xwe û li gor derfetên xwe em ê pira Sebahiyê, Menqele û Şinîne niha sererast bikin”

Quteybe Miho da zanîn li Reqayê û gundewarê wê derdora 60 pirên wêrankirî hene û ji wan 12 pir hatine sererastkirin.

Back to top button