KCK’ê: Dema mijar dibe Kurd Ewropa qanûn û bîryarên xwe pêk nayne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê Rêber Apo de derengmayî û kêm jî be ji bo paşerojê wê encamên erênî bi xwe re bîne.
KCK’ê got, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê were mezinkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û her wiha bîryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ya derbarê Rêber Apo de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir bi derengî jî be Konseya Ewropayê bîryar daye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Tirkiyê, li dijî pîvanên hiqûqa ceza ya Konseya Ewropayê ye û wiha got,

“Ya rast, beriya niha jî hişyariyeke bi vî rengî dabûn Tirkiyê. Niha jî salek dem dane Tirkiyê ku ev yek jî nîşan dide, dema ku dor tê Kurdan, Ewropa jî qanûn û biryarên xwe di dema xwe de bi cih nayne.”

 KCK’ê: Bîryara Konseya Ewropayê ji bo pêşerojê wê encamên erênî bi xwere bîne

KCK’ê da zanîn bi derengî jî be biryara Komîteya Wezîran ji bo paşerojê wê encamên erênî bi xwe re bîne.

KCK’ê destnîşan kir yên zext li Komîteya Wezîran kir ku biryareke bi vî rengî bide, têkşoîna gel û dostên Kurdan bû û wiha dewam kir,

“23 sal in li Îmraliyê qanûnên taybet ên li dijî şexsekî tên bicihanîn. Ev rastî bi xwe nîşan dide ku li Îmraliyê sîstemeke zilm û êşkenceyê heye ku li devereke din a cîhanê nîne.

Ji ber ku Rêber Apo hişmendiya azadiyê da Kurdan, tolê jê hiltînin. Ji ber vê yekê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî afirandin ku li devereke din a cîhanê nîne.”

 KCK’ê: Yek ji berpirsyarên sereke yên tecrîda li Îmraliyê Konseya Ewropayê ye

KCK’ê diyar kir ji ber dewleta Tirk endamê Konseya Ewropayê ye, yek ji berpirsyarên sereke yên tecrîda giran a li Îmraliyê Konseya Ewropayê ye û got,

“CPT ku saziyeke Konseya Ewropayê ye beriya 3 salan qebûl kiriye ku tecrîda li Îmraliyê êşkence ye. Xwest ku ev tecrîd bê bidawîkirin. Lê belê dewleta Tirk ji ber ku bi helwesta berjewendiparêz a Ewropayê dizane ev tecrîda girankirî bi dawî nekiriye.”

KCK’ê îşaret pê kir ku biryara ku hatiye dayin ji aliyê gelê Kurd, dostan Kurdan, hêzên demokrasiyê û saziyên hiqûqê ve têrker nehatiye dîtin.

 KCK’ê:Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo divê bê mezinkirin

“Lê belê ne têrker jî be divê Komîteya Wezîran biryara xwe bişopîne û ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd, dostên Kurdan kir ku divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û têkoşîna hiqûqî li her derê mezinbikin.

Back to top button