Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Serhed Rojava merasîmeke xiyabî hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Serhed Rojava merasîmek li dar xist. Di merasîmê de hate diyarkirin ku berxwedana gerîla li hember dagirkeriyê lewaz nebûye.

Serhed Rojava 27’ê Îlonê di encama êrişên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîla Serhed Rojava merasîmek li dar xist…

Di merasîmê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê axivî û got:

“Erka me ye ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û gelê herêmê di ewlehiyê de bijî”

Her wiha ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gerîla dike, lê nikare berxwedana wan bişkîne.”

Zozan Gul got:

“Divê dijmin bizanibe ku berxwedana gerîla ya ku zêdetirî 40 sal in dewam dike, dê lawaz nebe.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya Şehîd Serhed Rojava radestî malbeta wî hate kirin.

Back to top button