Li Başûrê Kurdistanê..xwendevan careke din li seranserî Başûr ji bo mafê xwe daketin qadan

Nerazîbûnên xwendekarên zanîngeh û peymangehan ên li başûrê Kurdistanê dewam dike.

Careke din xwendevan daketin qadan dest bi çalakiyê kirin û doza mafê xwe kirin.

Xwendevanan diyar kirin ku dê çalakiyên wan bidome heya daxwazên wan bi cih bên anîn.

Nerazîbûnên xwendevanên zanîngeh û peymangehan ya li dijî nedana xerca mehane didome.

Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Helebce, Ranya , Silêmanî, Germiyanê û Qeladizê çalakî pêk anîn.

Xwendevan li ber deriyê zanîngehên xwe kom bûn û bê navber dirûşmeya ‘Em daxwaza mafê xwe dikin’ bang kirin.

Xwendevanên ku îro daketin qadan diyar kirin ku dê çalakiyên xwe bidomînin ta xwestekên wan bi cih werin.

Têkildarî mijarê xwendevana bi navê Jale Efrasyab diyar kir ku ew ji bo hikûmet xerca wan ya mehane bide, li qadanin.

Jale got,

“Eger daxwaza me pêk neyê wê çalakiyên me dewam bikin. Sozên ji bo me hatine dayîn jî heya niha bicih nehatine.

Gelek xwendevan hene ji bo kel û pelên xwe pêşwazî bikin, telefonên xwe difiroşin.

Xwendekara bi navê Kejal Osman jî got:

“Em dixwazin xerca me ya mehane weke ya hemû xwendevanên welatên din were dayîn, divê daxwazên me bicih werin, em ê di xwestina daxwazên xwe de bi israr bin.

Her wiha xwendevan Deşnî Kemal jî destnîşan kir ku Hikûmet bi salene bi hêceta qeyrana aborî, xerca wan biriye.

Sinur Kerîm jî îşaret pê kir ku hin xwendevan di rewşek dijwar de dijîn, pere nînin ku pê xwendina xwe bidomînin.

Back to top button