Li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê ê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî tê kirin.
Gerîllayên HPG’ê qala vê berxwedanê kirin.
Gerîllayan da zanîn hêza wan heye ku li hember her cûre êrişan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Artêşa Tirk a dagirker 7 mehin li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê êrişên bi armanca dagirkirîna heremê dan despêkirin.
Artêşa Tirk, di van êrişên xwe de her cure çekên giran, gazên jehrê û yên kîmyewî bikaranî û bikartîne.
Li hemberî van êrişên dermirovî, gerîllayên azadîya Kurdistanê jî berxwedaneke bêhempa raber dikin û xaka xwe diparêzin.
Grîllayên HPG’ê Zerdeşt Zinar û Aram hêvî ji ANF’ê re qala berxwedanê kirin.
Gerîlla Zerdeşt Zinar: Divê gelê me li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tekoşîna xwe mezin bike
Gerîlla Zerdeşt Zinar dîyar kir ku ew tekoşîneke mezin dikin û wiha got: ”Bawerim di dîrokê de berxwedaneke bi vî rengî nehatîye dîtin.
Em li dijî her cure êriş û çekên herî xeter li ber xwe didin û bila her kes zanibe ku ew hêz û derfetên me hene ku em li dijî her cure êrişan ber xwe bidin.”
Gerîlla Zerdeşt bal kişande ser bêdengîya alîyên berpirs û got: ”Ev dijmin bi her cure çekên qedexekirî êrişî me dike û alîyên berpirs jî bê dengin.
Pêwîste gelê me li hember bê dengî yê tekoşîna xwe mezin bike.”
Gerîllayê HPG Aram Hêvî jî bal kişande ser berxwedana hêzên gerîlla û da zanîn ku qadên berxwedanê veguherîne qadên têkçûna Dewleta Tirk.
Gerîla Aram Hêvî: Em ê heta serkeftinê şer bikin
Aram Hêvî got:
”Weke gerîlla em li ser rêbaz û taktîkên şer gelekî rawestîyan û em her tim xwe pêş dixin.
Ev yek di çalakîyên me de jî xuya dibe.”
Gerîlla aram îşaret bi êrişên hovane yên dagirkeriya dewleta Tirk kir û da zanîn ku ew hovîtî di dîroka wan de heye û got:
”Bêguman ev hovîtî wê bibe dawîya wan.
Li dijî me û civaka me êrişên pir taybet tên meşandin.
Em careke din soz didin ku em ê ji bo azadiya gelê Kurd heta serkeftinê şer bikin”