Li Nîjer..di êrişa li dijî hêzên Sahel g5 de 29 leşker hatin kuştin

Li sînorê Nîjer û Bûrkîna Faso careke din çeteyan êrişî leşkeran kirin.

Di êrişa li ser navenda Hêzên G5 yên li Sahelê de 29 leşker û 79 terorîst hatin kuştin.

Doh komeke çekdarên nenas êrişî baregeha hêzên G5 Sahel ya li devera Tera ya herêma Tillaberê kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 29 leşkeran û 79 terorîst hatin kuştin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Di êrîşên terorê yên 2 û 6ê Mijdarê li ser herêma Tillaberê pêk hatin de, 11 jê leşker 80 kes hatibûn kuştin.

Ev herêm ji sala 2017an ve bû hedefa rêxistinên terorê yên ku navenda wan li Maliyê ne.

Komên terorîst ên girêdayî El Qaîde û DEAŞ’ê yên ku li welatê cîran Malî tevdigerin jî gelek caran li dijî Burkîna Faso û Nîjerê êrîşan pêk tînin.

Her çend Nîjer bi cîranê xwe yê din Sahel, Burkina Faso re operasyonên leşkerî yên hevbeş pêk tîne, lê nekariye hêza komên terorîst ên li Malî bicîh bûne qels bike.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava 3 salên dawî de, 313 hezar kes ji ber êrîşên terorê yên li Nîjerê ji malên xwe derketine.

Her wiha 235 hezar kes jî neçar man xwe li welatên cîran bi cih bikin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku ji meha Çile heta Tîrmehê li ser sînorê Nîjer, Malî û Burkîna Fasoyê di 9 êrîşên terorîstî de 420 sivîl hatine kuştin.

Back to top button