Dewleta tirk a dagirker bi her cureyî jiyanê li Kurdan qedexe dike. Walîtiya Mêrdînê, lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kir.
Şanoya Bajar a Amedê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand:
“Ji ber qedexeya walîtiyê lîstika xwe betal kirine û got ku ew biryara qedexekirina lîstika xwe weke hewldana qedexekirina çanda kurdî dibînin”.
Lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê ku li bendê bû vê êvarê li eywana oteleke Mêrdînê bihatina leyîstin.
Walitiya Mêrdînê ve bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a ji 15 rojan carekê tê nûkirin, hat qedexekirin.