Li Endonezya Teqîna volkan

Li Endonezyayê teqîna Volkana Semeru bandoreke zêde li herêmê kir. Heta niha 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û li herêmê metirsiyek zêde heye.

Duh li Volkana Semeru ya 3 hezar û 676 metre bilindahiya li rojhilatê greva Cava a Endonezyayê ye teqînek pêk hat.

Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 kesên piştî teqînê asê mabûn hatine xelaskirin.

Ajansê diyar kir ku heta niha ji ber karesatê 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 98 jî birîndar bûne.

Ji ber metirsiya rewşa li herêmê nêzî hezar kes jî ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Ji ber teqînê pira li navçeya Lumajang a herêmê bi bajarê Malangê ve girêdide û avahiyên derdor hilweşiyane.

Herî dawî li herêmê di Çileyê de li çiyayê navborî teqîn pêk hatibû.

Wê demê ti ziyanên canî pêk ne hatibûn.

 

Back to top button