Sabrî Ok: Desthilata AKP-MHP’ê ketiye pêvajoya jihevketin û têkçûnê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok li ser kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê û hevkariya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re axivî. Sabrî Ok anî ziman ku Faşîzma AKP-MHP’ê ketiye pêvajoya ji hev ketin û têkçûnê. Sabrî Ok destnîşan kir, PDK jî bi heman kirinên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigere û bang li PDK’ê kir ku nema bi nirxên gelê Kurd bilîzin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok derbarê faşîzma AKP-MHP’ê û helwest û hevkariya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re ji ajansa ANF’ê re axivî.

Sabrî Ok bi bîr xist, hikûmeta AKP nêzî 20 sal in li desthilatdariyê ye û 5 salên dawî jî bi koalîsyona bi MHP’ê re desthilatdariya xwe dewam dike.

Sabrî Ok anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê îro bi herkesî re pirsgirêkan dijî û bal kişand ser kûrbûna aloziya di navbera Tirkiyê û welatên din û wiha got,

“Faşîzma AKP-MHP’ê ji Lîbyayê heta Sûriyê û Başûrê Kurdistanê xitimî ye. Bi hêzên navneteweyî hemûyan re xwedî pirsgirêk e.

Di navbera DYE û Rûsyayê de diçe û tê, lê di vê polîtîkayê de jî gihîştiye ber dawiyê.

Li qada navneteweyî û di nava gelan de hurmeta xwe nemaye. ”

Sabrî Ok diyar kir, ji ber faşîzma AKP-MHP’ê ji hemû aliyan ve ketiye tengasiyê, çeteyên xwe yên DAIŞ û El Nûsra dişîne her deverê û tevlîheviyê dike lê ji ber rewşa wan ya xirab û xwedîderketina bi hezaran çeteyan, di demên pêş de faşîzma AKP-MHP’ê wê nikaribe ji binî rabe.

Sabrî Ok di dewama nirxandina xwe de aloziya aborî û civakî ya li Tirkiyê jî nirxand û got:

“Faşîzma AKP-MHP’ê ku salên dûr û dirêj Tirkiye weke şîrketeke malbatê bi rê ve bir, ketiye pêvajoya ji hev ketin û têkçûnê.”

Sabrî Ok destnîşan kir ku temenê faşîzma AKP-MHP’ê di kêliya dawî de ye û diyar kir ger îro Faşîzma AKP-MHP’ê ji her alî de ji hev ketibe, ev yek jî encama têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Sebrî Ok: PDK jî bi heman kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigere

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di dewama nirxandinên xwe de qala hevkariya PDK’ê ya bi rejîma AKP-MHP’ê jî kir û ev tişt anîn ziman:

“Faşîzma AKP-MHP’ê dibêje ‘Bila PKK ji Rojava derkeve, sedema nearamiyê ye’; PDK jî bi heman rengî got, ‘Heta ku PKK li Rojava hebe têkiliyên me yên bi Rojava re wê sererast nebe’.

Faşîzma AKP-MHP’ê dibêje ‘Eger PKK nebe karekî me li Başûr nîne’, PDK’ê jî got, ‘Sedema dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr PKK ye’. Mejî, ziman, ûslûb û helwest weke hev e.”

Sabrî Ok destnîşan kir ku PDK jî bi heman kirinên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigere û pirsa çima cenazeyên ku bi destê hêzên wan hatin qetil kirin nadin malbatê wan kir.

Sebrî Ok: Divê PDK êdî bi nirxên Kurdan bi gerîlayên azadiyê re mijûl nebe

Li ser vê yekê Sabrî Ok got, “Gelo ev rewşa PDK’ê bi rastî jî li Kurdîtiyê, li welatparêziyê tê? û wiha bang li PDK’ê kir:

“Divê PDK nema bi nirxên Kurdan, nema bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û PKK’ê re mijûl bibe. Divê têkiliya xwe ya bi hêzekê re li dijî rûmet, hebûn û azadiya Kurdan ava neke.”

Back to top button