Dayîkên şehîdan ên li Şehbayê piştgiriya çalakiya li Sêmalka kirin

Dayîkên şehîdan ên li Şehbayê jî piştgirî dan malbatên li Sêmalka di çalakiyê de û gotin: Êşa me hemiyan yek e. ” Her wiha dayîkan bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bike.

Li deriyê Sêmalkayê çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a bi daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdên bi destê PDK’ê şehîd bûne roja 62’an de didome.

Piştgiriya bi çalakiyê re jî roj bi roj zêde dibe.

Vê çarçoveyê de, dayîkên şehîdan ên li Şehbayê jî helwest nîşan dan û gotin; Em piştgiriya dayikên şervanan dikin, êşa me hemiyan yek e.

Mahîr Siltan Elî: Êşa me hemûyan yek e

Dayika cangoriyê azadiyê Mahîr Siltan Elî pişgiriya xwe bi dayîkên li Sêmalka re nîşan da.

Her wiha dayika bi navê Sewliyê Yosêf jî dibêje ez jî dayîkek wek wan min cenazeyê keça xwe nedît.

Dayika cangorî Şakêr û Heyder a ji Efînê anî ziman ku dilê wan li gel dayîkên li Sêmalka ye.

Back to top button