Dayîkên Aştiyê: Bila her kes bibe dengê girtiyan

Ji bo girtiyên nexweş, malbatan dest bi Nobeta Edaletê kirine û ev nobet didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê ji bo Nobeda Edaletê ev bang kirin: “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û bibe dengê girtiyan.”

Li dijî binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê li girtîgehan xizmên girtiyan 16’ê Mijdarê li Baroya Amedê dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.

Li navçeya Hezex a Şirnexê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê piştgiriya xwe ya ji bo Nobeda Edaletê ragihandin.

Dayika Aşitiyê Nebahat Erden, anî ziman ku li dijî vê zilmê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe.

Rismiye Ecer: Zarokên me li pişt dîwaran dimirin

Rismiye Ecer, dayika girtiya nexweş Tenzîle Ecer, jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku zilm li girtiyan tê kirin.

Dayika Aşitiyê Şerîfe Teber jî bilêv kir ku xwedîderketina li girtiyan erka hemû dayikan e û got;
. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya edeletê ya ku ji bo girtiyan hatiye destpêkirin.”

Back to top button