NAKOKIYÊN NAVBERA AMERÎKA Û ÎRAN KÛRTIR DIBIN

Piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji lihevkirina nuklerî ya bi Tehranê re, Amerîka ji her alî de zextên xwe li ser Îranê dijwartir dike. Ji bo hîna Îranê bifetisîne û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn biparêze jî, herî dawî Waşinton biryara şandina hilgireke balafiran ji bo Kendavê da . Îran jî tevî hemû zextan wê dest bi bernameya xwe ya nuklerî bike

Duh Amerîka li ser zimanê şêwirmendê ewlekariya xwe yê netewî John Bolton ragihand ku ew ê hilgireke balafir û mûşekavêjan weke peyamekê ji Îranê re, ji Rojhilata Navîn re bişîne.

Îro jî malpera Axios a Amerîkî sedemên vê yekê eşkere kir.

Malperê ragihand ku Îsraîl agahîne istxbaratî ku planên Îranê yên ku wê berjewendiyên Amerîkî li Kendavê armanc bikin, radestî Amerîkayê kirin.

Malpera diyar kir ku ev agahî berî biryara Bolton, ji Amerîkayê re hatin şandin.

Li gorî malperê, agahiyên ku ji aliyê Mosadê hatine berhevkirin, sedema sereke ya şandina vê hilgirê ye.

Du berpirsine Amerîkî yên payebilind teqez kir ku sedema şandina van balafiran, ew e ku Amerîka li ser leşkerên xwe yên li Îraqê ji Îran û alîgirên wê ditirse.

Berpirsekî ji wan got:

Ev yek dihêle metirsiyên nû ji Amerîkayê re der barê ewlekariya korîdorên avê yên hêzên Îranî operasyonên xwe lê pêk tînin, derkevin.

Wezîrê karê dervê yê Amerîkayê Mike Pompeo jî sedema vê yek destnîşan kir û got:

Şopandina me ji çalakiyên Îran re dihêle em texmîn bikin ku Îran şerekî nêz li hemberî me amade dike.

Ji lew re em rêkarên guncaw distînin.

Her wiha wezîrê parastinê yê Amerîkî Patrick Shanahan jî anî ziman:

Biryara belavkirina balafir û mûşekavêjan li Rojhilata Navîn ji bo bicihkirina çekan e û weke bersiv ji gefên Îranê yên cidî re ye.

Shanahan diyar kir ku Amerîka wê rejîma Îranî bi çi êrîşekê ku li ser hêz an jî berjewendiyên Amerîkî pêk werin, tawanbar bike.

Li aliyekî din, hikumeta Îranê jî bi boneya derbasbûna salekê di ser vekişîna Amerîkayê ji lihevkirina nuklerî ragihand ku tevî hemû cezayan jî ew ê sibe hinek çalakiyê xwe yên nuklerî dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button