Dewleta Tirk li Serê Kaniyê mal veguherandine baregehên leşkerî

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê malên şêniyên li gundên rojhilatê Serêkaniyê veguharandina baregehên leşkerî.

Nûçegihanê ANHA’yê xwe gihand nuqteyên nêzî wan gundan û belge kir ku çeteyan malên şêniyan kirine baregehên leşkerî.

Li gorî ANHA’yê gundên hatine xirabkirin Ezîziyê yê li rojhilatê navçeya Serêkaniyê, Erîşa û Dawûdiyê ye.

Çeteyan nuqteyên xwe yên li wan malên sivîlan xurt kirine û satir jî ava kirine.

Back to top button