Hin alî ev demeke dixwazin bi fitnê aramiya li herêmê têk bibin.
Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb li Hesekê diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wan hemûyan dike ji ber wê dê hewildanên têkbirina yekîtiya herêmê encam negre.
Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb, Şêx Haşim Omer El-Cerba têkildarî mijarê ji ajansa Hawar re axivî û got:
“Em yek civak in û bi hev re axa welatê xwe diparêzin û bi hev re dimirin û QSD’ê nûnertiya me hemûyan dike.
Em yek in û Rêveberiya Xweser tu carî cudabûn nexistiye navbera me û parçebûnê naxwaze.”
El-Cerba wiha domand:
“Tevahî eşîr piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ji ber ku ciwan ji hemû eşîrên Ereb û Kurd di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de cih digirin.
Ev hêz hêzeke ku nûnertiya hemû pêkhateyên eşîrên Ereb, Kurd, Suryan û pêkhateyên din dike.”
Haşim El-Cerba di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweser tevahiya pêkhateyan digire nava xwe, ji ber wê jî kes nikare hevgirtina me têk bibe.”