Nivîskar û Lêkolînerê siyasî yê yemenî Abdullah Umer Bawezîr dibêje” Ji ber dîrok û çarenivîsa Kurd û Ereban hevbeş e û rastî metirsiyan tên, divê yekitiyeke stratejîk ava bikin.”
Nivîskar Abdullah Umer Bawezîr der barê giringiya yekîtiya Kurd û Ereban di vê demê de, ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.
Abdullah Bawezîr destnîşan kir ku Selahedîn El-Eyûbî Kurd bû, lê belê wî xaka Ereban ji xaçperestan, rizgar kir.
Her wiha piştrast kir ku erdnîgarî, dîrok û yekbawerî hêmanên sereke ne ku divê têkiliyên mirovî û stratejîk ên Ereb û Kurdan bi rê ve bibe.
Bawezîr anî ziman ku Kurd û Ereb di şerê cîhanê yê yekemîn de hatin parçekirin û got: “Ji hevgirtinê zêdetir pêwîstî bi yekîtiya stratejîk heye.”
Lêkolînerê siyasî yê yemenî Abdullah Bawezîr dawiyê da zanîn ku yekitiya erdnîgarî, çand û aborî berpirsyariyê dixe ser milê her du neteweyan ji ber ku çarenivîs û dîrok yek e û niha hebûna her duyan di metirsiyê de ye.