DI NAVA 8 ROJAN DE BÊTIRÎ 350 MALBATÊN ÇETEYAN DERBASÎ EFRÎNÊ BÛNE

Şer û pevçûnên navbera artêşa rêjîma Sûrî û çeteyan ku 29 Nîsanê dest pê kir, gur dibe. Di encamê de, bi deh hezaran çete û malbatên wan ji herêmên şer direvin û berê xwe didin Efrînê. Hat zanîn ku ji roja despêka şer heta îro, bêtirî 100 hezar çete ji herêmên şer reviyane.

Li gorî agahiyên ji herêmê, nêzî 16 hezar û 619 malbatên çeteyan ango 103 hezar û 539 kes ji gundewarên Idlib û Hemayê reviyane.

Ji wan, 8 hezar malbat berê xwe dane kampa Etmê ya dikeve navbera Efrîn û Idlibê.

Her wiha nêzî 150 malbat jî berê xwe dan Efrînê.

Hejmara malbatên ku di encama şer de derbasî Efrînê bûne, gihaşte 350 malbatî.

Leave a Reply

Back to top button