Biden û Putin ji bo mijara Ûkrayna dicivin

Niha yek ji mijara sereke ya li cîhanê cihê xwe ji nîqaş û fikaran re hiştî Ûkrayna ye.
Piştî eşkerebûna rapora îstixbareta Amerîka ya li ser tevgera leşkerî ya li sînorê Kîevê, fikarên heyî hîn zêdetir bû.
Li gorî raporê despêka salê wê Rûsya dest bi êrişê bike.
Her di raporê de jî hate gotin, 175 hezar leşkerên Rûsya tevî tank û topên xwe li sînorê Ûkraynayê ne.
Hemwextî vê, Serokê DYA Biden û Serokdewletê Rûsya Putin dicivin.

Piştî şer û pevçûnên li rojhilatê Ûkraynayê dest pê kirin û ketina Kirimê ya bin kontorla Rûsyayê, aloziya li herêmê didome.

Moskova ku tevgera xwe ya leşkerî li derdora sînorên Ûkraynayê zêde dike, garantiyê ji rojava dixwaze ku Kîev wê tev li NATOyê nebe.

Rûsya jî hêvî dike ku leşkerên NATO li Ûkraynayê û derdora wê dev ji hin çalakiyên leşkerî berde.

Beriya civîna navbera serokên Waşîngton û Mokowê de, rapora îstixbareta Amerîka ya li ser plana Rûsya di şerekî li dijî Kîevê de eşkere bû.

Çavkaniyekî rêveberiya Amerîkî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji çapemeniyê re got:

Di êrişa Rûsya ku tê plankirin despêka salê pêk were de, bi du qatî tetbîqata leşkerî ya li biharê de ku li herêmê pêk aniyî wê bikar bêne.

Heman çavkanî dibêje:

“Plan hêzeke serbazî ya texmînkirî ji 175 hezar leşkerî pêk tê.

Di nava van de tevgereke berfireh ji 100 tabûrên komên taktîkî, û topxaneyên zirxî, ligel hejmareke mezin ji cebilxane heye.”

Wêneyên satelîtê yên ku di raporên îstixbarata Amerîkî de, nîşan didin ku hêzên Rûsî li çar deverên cûda kom bûne.

Li gorî belgeyan 50 komên taktîkî yên qada şer tevî tank û topên ku nû hatine, li herêmê hatine bicihkirin.

Beriya niha rêveberiya Ûkrayna ji mara leşkerên Rûs yên li sînorê welatê xwe bi derdora 100 hezarî ragihandibû.

Back to top button