SIPRI: 2020’an bi bihayê 531 milyar dolar çek hatine firotin

Ji ber pandemiya vîrûsa Corona di sala 2020’an de aboriya cîhanê lewaz bû.
Vê yekê hişt ku welatên rewşa xwe ya aborî nebaşe, hîna zêdetir pêwistiya wan bi alîkariyê çêbibe.
Lê habûna pandemiyê jî ne karî firotina çekan lewaz bike.
Di sala 2020’an de bi bihayê 531 milyar dolar çek hatin firotin.
Careke din di firotina çekan de DYA li serê lîsteyê bû.
Li hemberî vê yekê, rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî bertek nîşan dan.

Tevî kêmbûna aboriya cîhanê ji ber bandora pandemiya Covid-19, firotina çekan a cîhanî di sala 2020’an de zêde bû.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya li ser mijarê weşand.

Rapor eşkere dike ku 100 kompaniyên herî mezin ên cîhanê sala borî 531 milyar dolar çek firotine.

Ev yek jî li gorî sala 2019″an ji sedî 1,3 zêde bûye.

Li gorî sala 2015’an, zêdebûna pirsê bi rêjeya ji sedî 17’an e.

Ji lêkolînerên SIPRI’yê Alexandra Marksteiner ku rapor amade kirî, destnîşan kir ku firotina hilberîna pîşesaziya çekan di nava şeş salên dawiyê de her ku diçe zêde bûye.

DYA bû welatê herî zêde çek firotin e

Rapora têkildar a SIPRI eşkere dike ku par şirketên herî zêde yên çekan ku di cîhanê de çek firotine yên DYA ne.

Zêdetirî nîvê bazirganiya çekan a cîhanî ji aliyê 41 şîrketên Amerîkî ve tê kirin.

Lockheed Martin, yek ji vane ku di sala 2020’an de bi 58,2 mîlyar dolarî bû şirketa herî zêde çek firotîn.

Çîn bi rêjeya ji sedî 13 cihê xwe di rêza duyemîn û Brîtanya jî bi rêjeya ji sedî 7,1 cihê xwe di rêza sêyem de girtin.

Di vê navberê de, li gorî daneyên rapora SIPRI, firotina çekan a Rûsya û Fransayê ku di bazirganiya çekan a cîhanê de welatên girîng in, li gorî 2019’an kêm bûye.

Rêxistinên alîkariyê bertek li dijî firotina çekan nîşan dan

Ev yek ji di nava rêxistinên alîkariyê yên cîhanî de rastî bertekan hat.

Rêveberê giştî yê MISEREOR Pirmin Spigel ku yek ji saziyên alîkariyê yên mirovî yên Alman e, li ser rapora ku ji aliyê SIPRI ve hatiye eşkerekirin, bertek nîşan da.

Pirmin Spigel di nirxandina xwe ya ji bo rojnameya Neue Osnabrucker Zeitungê de diyar kir ku dewlet di demên krîzê de pêşengiya xwe ji holê radikin.

Spiegel diyar kir ku pandemiya coronavirus tê wateya “wendakirina bingehên jiyanî yên ji bo hejmareke mezin ji mirovan”

Back to top button