Tahranê dîroka despêkirina danûstandinên li Viyana eşkere kir

Îran di nava atmosfereke erênî de li Viyanayê bû.
Lê aliyên pêşber ji bo vê yekê ne amade bûn.
Di nava van gotinan de binketina hevdîtinên li Viyana eşkere bûbû.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade diyar kir ku danûstandinên peymana nukleerî yên li Viyana wê dawiya hefteyê ji nûve dest pê bike.
Serokomarê Îranê Reîsî jî got,
Xebatê wan li gorî peymana nukleerî tê meşandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade di civîna çapemeniyê ya li avahiya Wezareta Karên Derve ya Îranê de têkildarî peyman û danûstandinên nukleerî daxuyaniyek da.

Seîd Xatîbzade da zanîn ku gera bê ya danûstandinan wê dawiya hefteyê dest pê bike û got,

Em danûstandinan li gorî pêşnûmeyên ku me pêşkêşî aliyên din kirine, dimeşînin.

Lihevkirinek demkî û qonax nîne.

Metna ku ji aliyê Îranê ve hatiye pêşkêşkirin, tenê gotine ku divê binirxînin û nikarin hemû daxwazan bi cih bînin.

Xetîbzade bi bîr xist ku danûstandin bi dawî nebûne û destnîşan kir ku dema pêwist bike, pêşnûmeyên nû dikarin bên pêşkêşkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got:

“Îran bi nermbûna pêwîst çû Viyanayê, lê li aliyê din nermbûna pêwîst nîne.

Em ji peymana nukleerî kêmtir tiştekî qebûl nakin û ji vê peymanê zêdetir em ê pabendiyê nekin.”

Reîsî: Me xebat li gorî peymana nukleerî meşand

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevpeyvîna taybet a televîzyona dewletê de derbarê mijarên di rojevê û peymana nukleerî de axivî.

Reîsî diyar kir ku ji bo rakirin û bêbandorkirina cezayan 2 yekîneyên cuda ava kirine û wiha got:

Aliyê din wisa difikirî ku em beşdarî danûstandinan nabin.

Li gorî wan tiştekî ku em bibêjin tune bû, fikirîn ku em ê gavekê neavêjin.

Îran bi xurtî beşdarî danûstandinan bû û 2 pêşnûme pêşkêş kir.

Em li gorî peymana nukleerî tevdigerin.

Xebat tam li gorî peymana nukleerî tê meşandin.”

Reîsî anî ziman ku ewê aboriya welêt û bûdçeya sersalê bi peymana nukleerê ve girê nedin.

Back to top button