Fermandarê Leşkerî yê malnişîn û Endamê Tevgera Goran Xelîl Serkanî êrişên dawî yên li dijî pêşmergeyan red kirin û ji PDK’ê xwest ku hêza li beramberî gerîla bi cih kiriye bibe çeperên li dijî DAIŞ’ê.
Xelîl Serkanî avabûna piraniya artêş û hêzên leşkerî yên li Iraqê li ser bingeha mezhebî û neqebûlkirina wan ji hev re ji sedemên zêdebûna êrişên DAIŞ’ê dît.
Xelîl Serkanî got:
”Divê tevayî hêz yekgirtî bin û hêzek nîştimanî were avakirin, hêzên leşkerî ne di destê partiyan de bin.”
Li ser bicihkirina hêza li beramberî gerîla jî Xelîl Serkanî dibêje ” Pêwîst nake PDK’ê li beramberî hêzek siyasî ya Kurd vê hêzê bi kar bîne û ji PDK’ê xwest ku wê hêzê bibe çeperên dijî DAIŞ’ê.”