YSK’Ê BI PIRANIYA DENGAN BIRYARA DUBAREKIRINA HILBIJARTINA STENBOLÊ DA

Li Tirkiyê di 31’ê Adarê de hilbijartina Herêmî pêk hat. Di nava rojekê de dengên li tevahiya Tirkiyê hat hêjmartin, lê ji ber windakirina AKP’ê ya Stenbolê heta 37 rojan jî dengê stenbolê nehatin jimartin. Herî dawî li ser daxwaza serokê AKP’ê Erdogan, Desteya bilind a Hilbijartinê YSK’ê biryara betalkirina hilbijartina Serokatiya şaredariya Stenbolê da. Ev yek jî li Tirkiyê ji aliyê muxalefetê ve rastî bertekên tund hat

Li tirkiyê bi hatina sîstema yek kesî re demokrasî beri tunebûnê ve diçe.

Serokê AKP’ê Erdogan ji bo serkeftina partiya xwe gef li hemu sazî û rêxistinan dike.

Herî dawî desteya hilbijartinê YSK’ê ji bo daxwazên AKP’ê bi cih bine 37 rojan bi hincetên cuda jimartina dengan dereng xist.

YSK doh li Stenbolê li hev kom bû û îtîraza awarte ya AKP û MHP’ê nirxand.

Nûnerê YSK’ê Recep Ozel li ser hesabê twitterê biryar parve kir û got: “Hilbijartina Stenbolê nû dibe, bi xêr be.”

Ozel, dîsa bi peyamek din diyar kir ku hilbijartin wê di 23’ê Hezîranê de be.

PARTIYÊN MUXALIF LI DIJÎ BIRYARÊ BERTEK NÎŞAN DA

Partiya Komarparêz a Tirkiyê CHP’ê piştî biryarê civînek awerte lidar xist.

CHP’ê îdakir ku hilbijartin ji ber gefên Erdogan yên li dijî YSK’ê wê were dubarekirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî got;

“Wê gelek tiştên baş pêk bên bila tu kes nekeve nav mereqan.

Emê ji vî welatî re demokrasiyê bînin.”

Partiya Demokatîk a Gelan HDP’ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî biryara YSK’ê diyar kir.

HDP’ê ragihand ku Desteya Bilind ya Hilbijartinê bi vê biryara xwe hiqukê xist binlingan.

Bertekek din jî ji namzet û alîakarê Serokê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk (DSP)’ê Muamer Aydin hat.

Muamer Aydin got;

Çi bikeve li ser me emê bikin bila hemê gelê me vê bizanibe.

Serokê Giştî yê partiya ÎYÎ Meral Akşener jî biryara YSK’ê bi darbeya ji aliyê AKP’ê ve pêkhatî pênase kir.

Hêjayî gotinê ye namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu 13 hezar deng ji namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim zêde standibû û piştî 25 salan şaredarî ketibû destê CHP’ê.

Leave a Reply

Back to top button