KCK: Divê saziyên peywendîdar daxwazên xwendekaran bi cih bînin

Li ser xwepêşandanên ku demek e li Başûrê Kurdistanê pêk tên, Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de vê dibêje ” Nedîtina van çalakiyan û bêdengmayîna li hember daxwazên mafdar wê ciwanên Kurd ên xwedî mîrateya tekoşînê ranewestîne.” KCK’ê bang kir ku saziyên peywendîdar bi lezgînî daxwazên xwendekaran bi cih bînin.

Demek e ji ber nedana lêçûnên mehane yên xwendekaranên Başûrê Kurdistanê çalkaî pêk tên û xwendakar daxwaza mafên xwe dikin.

Heta niha ev xwepêşandan bi encam nebûne û daxwazên van xwendekaran pêk nehatine.

Li ser van xwepêşandanan, Komîteya Perwerdê ya KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê çalakiyên xwendekaran silav kir û anî ziman “Perwerdeya bi zimanê dayikê çiqasî mafekî rewa be, pêşwazîkirina pêdiviyên perwerdê jî hewqasî maf û rewa ye.”

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê ev got:

Gelê me yê Başûr jî wek beşên din ên welat, bi sedê salan li hember êrişên qirkirina çandî, zimanî her cûre berdêlên giran da, lê tu carî dest ji parastin û xwedîderketina li çand û zimanê xwe berneda.

Di vê wateyê de li Başûrê welat mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yek jê destkeftên herî mezin û mayînde ye.

Ji 21’ê Mijdarê heta niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwendekarêan ên bi armanca dayîna lêçûnên mehane tên kirin.

Li şûna ku bi rêzdarî bên pêşwazîkirin, tişta li hember ciwanên me û pêşeroja me hatî kirin; êriş û binçavkirin bûye.

KCK’ê destnîşan kir di serî de rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Wezareta Perwerde û Wezaretên Xwendina Bilind û Darayî jî pêwîst e vê rastiyê bibînin û wek daxwaza demokratîk û rewa bigrin dest.

Her wiha got “Divê baş bê zanîn; nedîtin û paşguhkirina van çalakiyên xwendekaran, ne dikare ciwanên Kurd ên xwedî mîrateya tekoşînê rawestîne, ne jî wê têra nixûmandina kirinên neheq bike.”

Dawiya daxuyaniya xwe Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bang li tevahî saziyên peywendîdar kir ku bi lezgînî daxwazên xwendekaran ên rewa bi cih bînin.

Back to top button