Ji bo Suu Kyi 4 sal cezayê girtîgehê hate dayîn

Artêşa darbekar ya Myanmarê bi îdiayên cuda hewil dide seroka welat ya ji erk hatî girtin Aung San Suu Kyi di zindanê de bihêle.
Di darizandina yekemîn ya doza Suu Kyi de, 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di dozên ku Seroka Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokrasiyê (NLD) Aung San Suu Kyi ku piştî darbeya leşkerî ya 1’ê Sibatê ji aliyê rêveberiya cûntayê ve hatibû girtin û bi hincetên cuda dihat darizandin de, biryara yekemîn hat dayîn.

Di biryara doza ku ji ber binpêkirina qedexeyên Covid-19 û teşwîqkirina raya giştî hatibû sûcdarkirin de, 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Berdevkê cûntayê Zaw Mîn Tun jî 4 sal cezayê girtîgehê erê kir.

Hat diyarkirin ku eger Suu Kyi ji ber sûcên din ên ku ji ber wan tên darizandin were mehkûmkirin, dibe ku ji 100 salan zêdetir cezayê girtîgehê lê were birîn.

Artêşa darbekar a Myanmarê di 1’ê Sibata 2021’an de, bi hinceta di hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an de binpêkirin pêk hatiye, darbeya leşkerî pêk anîbû.

Artêşê tevî seroka welat, bi sedan siyasetmedar jî girtibûn.

Li welat her di encama xwepêşandanên li welat de bêtirî 1.000 kes hatin kuştin û bi hezaran jî hatin binçavkirin.

Back to top button