Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm: Divê Tirkiye li ser tecrîda li dijî Rêber Apo were darizandin

Hiqûqnas û Cîgirê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî El-Ibrahîm da zanîn ku siyasetên dewleta Tirk li dijî girtiyên azadiyê, Rêber Apo jî di nav de, nîşaneyeke eşkere ya hovîteya AKP’ê ye.

Hiquqnas Şadî Îbrahîm diyar kir ku di tevahî qanûnên cîhanê de cezayê hetahetayê ne bêhtirî 20 salan e, lê li dijî Rêber Ocalan ev dem derbas kiriye:

Şadî Ibrahîm anî ziman: “Dewleta Tirk ji serbestberdana Rêber Ocalan û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re ditirse, ji ber ku dizane fikir û felsefeya rêber Apo aloziyên Rojhilata Navîn bi giştî û aloziya Sûriyê bi taybet çareser dike.”

Şadî El-Îbrahîm dawiyê bang li rêxistinên mafên mirovan û civakên navneteweyî kir ku zextê li dewletên Tirk bikin, da tecrîda li ser rêber Ocalan rakin.

Back to top button