Gefên bidarvekirinê li du jinên Efrînî yên girtî tên xwarin

Ji roja ku dewleta û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye û heta niha hemû cureyên binpêkirin û sûcan der heqê şêniyên wê de taybet derheqê jinan de pêk tînin. Herî dawî hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk gefa bidarvekirinê li 2 jinên Efrînî yên girtî dixwin.

Ajasa nûçeyan a Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ” LI du jinên Efrînî yên ku berî niha hatibêûn revandin û girtin, gefa bidarvekirinê tê xwarin.”

Hat gotin ev her du jin jî Fîdan Bîlal û Wîsal Henan in.

Niha jiyana van her du jinan di metirsiyê de ye û dibe mîna sûcên ku der heqê gelek jinên Efrînê de kirin, derheqê van jinan de jî bikin.

Ji ber ev çete yekser û bi fermana MITa Tirk tevdigerin û li dijî şêniyên Efrînê, taybet li dijî jinan, her sûcî dikin..

Back to top button