HPG: Em amade ne gelê xwe yê başûr biparêzin

Derbarê êrişên DAIŞ’ê yên li başûrê Kurdistanê HPG’ê daxuyaniyek da.
Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş diyar kir êrişên DAIŞ’ê ji dewleta Tirk cuda nîne û got, “Em amade ne gelê xwe yê li Başûr biparêzin.”

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş li ser liv û tevger û êrişên DAIŞ’ê yên li başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Yektaş diyar kir liv û tevgera li DAIŞ’ê a li dersdora Kerkûkê veguheriye êrişan û wiha got,

“Mirovên me yên sivîl û pêşmerge şehîd bûn. DAIŞ a ku ji aliyê şervanên azadiyê yên gelê Kurd ve hate têkbirin, jinûve dest bi êrişên li ser gelê me kiriye, ev yek jî cihê fikaran e.”

Yektaş destnîşan kir ku ev liv û tevgera DAIŞ’ê encama planekê ye û da zanîn ev yek jî ji dewleta Tirk cihê nîne.

Serdar Yektaş bibîrxist wan çawa sala 2014’an li dijî êrişên DAIŞ’ê gelê başûr parast, ew amade ne heman tiştî niha jî bikin û wiha dewam kir,

“Ji ku derê êriş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî gelê xwe biparêzin. Weke HPG em amade ne xelkê xwe yê Kerkûkê û tevahiya başûrê Kurdistanê biparêzin.”

Berdevkê Raginandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser lewaziyên PDK’ê yên li dijî DAIŞ’ê û dorpêçkirina qadên gerîla jî wiha got,

“Ewqas hêza leşkerî û derfet diviyabû ne li dijî gerîla, lê belê li dijî dijminên gelê Kurd bi cih kiribûna. Ji ber ku ev yek bi kêrî doza gelê Başûrê Kurdistanê, bi kêrî doza azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê nayê.”

Back to top button