Li Rojhilatê Cava ji ber teqîna volkanîk 15 kes mirin

Li Endonnosiya, teqîna Volkana Semeru de, zirareke mezin li herêmê bû.
Heta niha 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û li herêmê metirsiyek zêde heye.

4’ê Kanûnê li Volkana Semeru ya 3 hezar û 676 metre bilindahiya li rojhilatê greva Cava a Endonezyayê ye teqînek pêk hat.

Li gorî daxuyaniya herî dawî ya rayedarên herêmî, hejmara miriyên di karesatê de derket 15’an.

Her wiha bi sedan jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku xebatên lêgerînê yên ji bo 27 kesên ku windane dewam dike.C

Ji 19 cihên li derdora volkanê bi tevahî hezar û 700 kes ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Ji ber metirsiya rewşa li herêmê, nêzî hezar kes jî ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Ji ber teqînê pira li navçeya Luma-gang a herêmê bi bajarê Malan-gê ve girêdide û avahiyên derdor hilweşiyane.

Herî dawî li herêmê di Çile de li çiyayê navborî teqîn pêk hatibû.

Wê demê ti ziyanên canî çênebûbûn.

Back to top button