Îro, rûniştina 5. a doza Kobanê ya ku li dijî HDP’ê weke komployeke hatîye ristin pêk hat. Lê rûniştina ku tije polîs û leşker tê de amadebûn tenê pênc deqe dewam kir.
Rûniştina ku sîyasetmedarên girtî û parêzer tevlî nebûn, tenê pênc deqe dirêj kir.
Serokê dadgehê hincetên parêzer û sîyasetmedaran xwend û xwest ku derveyî hincetên tenduristîyê ên din bên redkirin.
Li ser vê yekê serokê dadgehê navber da rûniştinê û rûniştin heya sibê taloq kir.
Doza Kobanê de 21 jê girtî, 108 sîyasetmedarên Kurd tên darizandin.
Wek her carê dadgehê hewilda dozê bi lez û bez bi dawî bike û dosyayê bigre.