YPS’ê: Çalakiya li dijî Tahîr Guven û Emîn Nergîs hêzên me kirin

Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), bi daxuyanîyeke kuştina sercerdevan Tahîr Gûven û çalakîya li dijî kontra û sixûr Emîn Nergîs girt ser xwe.
YPS’ê dîyar kir her kesê ku li dijî nirxên gelê Kurd dixebitin û ji dagirkeran re dibin piştgir, teqez dê werin cezakirin.

Berê 2 rojan agahîya kuştina sercerdevan Tahîr Guven û agahîya êrişa li dijî kontra Emîn Nergîs hat belavkirin.

Têkildarî mijarê, Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), bi daxuyanîyeke kuştina Tahîr Guven û çalakîya li dijî Emîn Nergîs girt ser xwe.

YPS’ê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku di 4’ê Kanûnê sercerdevan Tahîr Guven hatîye cezakirin û li dijî kontra û sîxûr Emîn Nergîs jî çalakîyek hatîye lidarxistin, lê ji ber şaşitîyek teknîkî çalakî negihiştîye encamê.

Koordînasyona YPS’ê: Tilîya van kesan di xwîna heval û mirovên me de heye

YPS’ê bal kişande ser êrişên Dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku dagirker bir rêya hevkar û sixûran li Kurdistanê şerê qirkirinê dide meşandin û mirovan qetil dikin.

YPS’ê derbarê kuştina Tahîr Guven û çalakîya li dijî Emîn Nergîs de ev agahî parve kir:

”Di 4 Kanûnê de Tahîr Guven ê ku ji berê de li dijî tevgera azadîyê û gelê Kurd bi dagirkeran re dixebitî û bi karên ajantî û weke kontrayeke êrişî nirxên gelê me dikir, ji alîyê hêzên me ve hat cezakirin.

Di 17’ê Mijdarê de jî çalakîya li dijî kontra Emîn Nergîs jî ji ber şaşitîyeke teknîkî negihiştîye armanca xwe.

Koordînasyona YPS’ê: Kesên ku sîxuriyê ji dijmin re dikin wê werin cezakirin

Ev kesê sercerdevan bi salane li hemberî tekoşîna azadîyê ya gelê Kurd her cure êrişên derexlaqî kiriye û tilîya wî di xwîna gelek heval û mirovên me de heye.”

YPS’ê di dawî de dîyar kir, ev kesên ku dostên faşîzmê û dijminên Kurdên azad in hatine cezakirin û wê ji niha û şûnde jî werin cezakirin.

Back to top button