14 Endamên HDP’ê ên li başûrê Kurdistanê hatine dersînorkirin

Zextên PDK’ê li ser siyasetmedarên Kurd ên ji bakurê Kurdistanê ku berê xwe dane başûr didome.
Heta niha 14 endamên HDP’ê hatin dersînor kirin û gelek ji wan jî hatine girtin û gef li wan hatiye xwarin.

Siyasetmedarên kurd ên ji bakurê kurdistanê ku ji ber dozên siyasî berê xwe dane Başûrê Kuristanê, dibin hedefa desthilata PDK’ê..

Heta niha 14 endamên HDP’ê ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatine dersînorkirin.

Ji van 14 kesan 6 jê ji Hewlerê û 8 jî ji Duhok û Zaxo hatine dersînorkirin.

Derbarê van tevgerên li dijî siyasetmedarên ji bakurê kurdistanê, Nûnerê HDP’ê yê Herêma başûrê Kurdistanê Hîkmet Xatîp û endamê HDP’ê li Hewlêrê Redûr Penaber axivîn..

Nûnerê HDP’ê li başûr Hîkmet Xatîp: PDK daxwazên AKP-MHP’ê pêk tîne

Hîkmet Xatîp diyar kir ku Asayîşa PDK’ê bê hincet van endamên wan digre û di nava 3 salan de li Hewlêr heta Silêmaniyê wan dersînor dike..

Xatîp navê endamên ku hatine girtin û cihê lê hatine girtin wiha rêz dike:

“Mehmet Wefa, Hasan Kaçar, Ûmût Ozturk, Servet Akdenîz, Ferhat Bariş Kondû, Sîraç Suer hatin derxistin û ber bi herêmên din ve hatine sirgûnkirin..

Li Dihok û Zaxoyê 8 kes sirgunî Silêmaniyê û hinek jî sirgûnî Rojava hatin kirin..

Hevalê me Nîmet Guneş salekê zêdetir e di girtîgehê de ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn.

Di heman demê de tê xwestin ku hevalê me Gungor Alp jî ji Hewlerê bê derxistin.

Xatîb da zanîn hemû hevalên wan ji ber cezayên xwe yên Tirkiyê û sedemên siyasî hatin Başûrê Kurdistanê û got,

“Lê mixabin ev hevalên me dîsa li welatê xwe bi sirgûnê dijîn.

PDK dibêje ew Kurd û Kurdistanî ne, lê ev tenê gotine..

Ev polîtîka nîşana hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ye.”

Endamê HDP’ê Rêdûr Penaber: PDK li gorî daxwaza Tirkiyê tevdigere

Endamê HDP’ê li Hewlêrê Redûr Penaber jî diyar kir ku PDK li gorî daxwazên desthilata Tirk tevdigere û got:

” Siyasetmedarên kurd ên ceza girtine, şûna ku biçin Ewropayê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.

PDK’ê jî bi tifaqa xwe ya bi dewleta Tirk re li hemberî siyasetmedaran kiryarên terorî dimeşîne..

Beriya niha asayîşa PDKê hevserokê navçeya Ebexê hevalê me Metîn Adûgît binçav kir û piştre şehîd kir.

Heta niha gelek hevalên me dersînor kirine û ev hewledanên wan hê jî didomin.

Bi kurtasî hemû hevalên me yên ku dadgehên dewleta Tirk ceza li wan biriye, PDK dixwaze wan dersînor bike..”

Back to top button