Xebatkarên tenduristiyê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê dest ji kar berdan

Krîza aborî ya li Tirkiyê her diçe kûr dibe.
Nerazîbûnên li dijî Rejîma Faşîst a Erdogan jî her diçe zêde dibin.Li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan.

Qeyrana aborî ya li Tirkiyê her diçe mezin dibe.

Rejîma Faşîst AKP’ê jî bi polîtîkayên xwe vê aloziyê her diçe kûrtir dike.

Gel û xebatkar yên li Tirkiyê ji ber bi heqdestê heyî nikarin debara xwe bikin, dest ji kar berdidin.

Li bajarên Amed, Şirnex, Mêrsîn û Edeneyê, xebatkarên tenduristiyê ji ber neheqiya hikûmeta AKP’ê ya li dijî wan, çalakî li dar xistin û dest ji kar berdan.

Li bajarê Amedê Kedkarên tendirustiyê xwestin ji pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyyubî bimeşin Qada Deriyê Çiyê, lê polîsan pêşiya wan girt û nehişt ku bimeşin.

Xebatkarên tendirustiyê bi sloganên ‘Wê serfirazî ya kedkaran be’, ‘Wê rojek were, AKP hesap bide gel’ dorpêça polîsan protesto kirin.

Li bajarê Mersînê jî Sendîkaya Tenduristî û kedkarên civakî li pêşiya Nexweşxaneya Bajêr daxuyanî da.

Nûnera sendîkaya SES’ê ya Nexweşxaneya Bajêr Aygul Batmaz bal kişand ser rewşa kedkarên ku bi krîza ekonomîk re mexdûr bûne.

Li Edeneyê jî xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Balcali, Nexweşxaneya Tendirustiya Ruh a Ekrem Yok û Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê dest ji kar berdan.

Li Cizîra Şirnexê jî kedkarên tendirustiyê dest ji kar berdan û li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê daxuyanî dan.

Endamên sendîkaya SES’ê tevlî çalakiyê bûn.

Sekretera Jinan a rêxistina KESK’ê ya Şirnexê Hatûn Magî diyar kir wan ji bo daxwazên xwe dest ji kar berdane

“Ev greveke hişyariyê ye. Heta ku daxwazên me pêk were, em ê têkoşînê bidomînin.”

Back to top button