Li Şehbayê xwaringeheke xwarinên gelerî hatiye vekirin û gelekî navdar bûye. Li Xwaringeha bi navê Jiyan tenê xwarinên gelerî tên çêkirin û her kes berê xwe didêyê. Armanc dikin bi rêya wê xwarinên dîrokî yên Efrînê biparêzin û derfetên kar peyda bikin.
Xwaringeha Jiyan a xwarinên gelerî..
Ji bo parastina xwrinên gelerî yên Efrînê ev xwaringeh hatiye vekirin..
Weke destpêk tenê 3 jin lê dixebitin..
Û gelek cureyên xwarinê yên Efrînê lê amade dikin..
Karkereke li xwaringeha jiyan
Tekane xwaringeh e girîngiyê dide van xwarinan..
Dibe ev projeyeke biçûk e lê belê xwedî wate û girîngiyeke mezin e..
Nexasim ku bi rêya wê kelepûra efrînê piştî koçberkirina wan nayê jibîrkirin.
Li vir him xwarin tên amadekirin û him jî xelk daxwazên xwe li cem wan tomar dikin û bi vî awayî dibe navendeke bi qerbalix û gelek kes berê xwe didênê.
Karkereke li xwaringeha jiyan
Desteya Jin a Herêma Şehbayê di meha Gulanê de ev xwaringeh vekir..
Ew armanc dike ku him xwarinên dîrokî û gelerî yên Efrînê biparêze û him jî derfetên kar ji bo jinên koçber peyda bike..
Wekî din, plan hene ev xwaringeh berfireh bibe û karibe hemû daxwaz û pêwîstiyan dabîn bike.