Wekîla Swîsreyî pêşnûmeya çekên kîmyewî pêşkêşî hikumeta xwe kir

Wekîla Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Crottaz Brîgîtte, ji bo helwesta Konseya Federal a derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan bipirse, pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Crottaz Brîgîtte di pêşnûmepirsa xwe de bibîr xist ku “Konseya Federal di stratejiya siyaseta derve ya 2020-2023’an de balê dikişîne ser nakokiya navxweyî ya Tirkiyê bi gelê Kurd re.

Di pêşnûmeyê de ev xal hatin gotin:

“Di sala 2021’an de çapemeniya navneteweyî ragihand ku dewleta Tirk di şerê xwe yê bi gelê Kurd re çekên kîmyewî bikar aniye.

Di sala 2019’an de jî ji ber heman sedemê Tirkiye ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî ve rastî lêpirsînê hatibû.

Tirkiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd zext û rêbazên şer ên gelekî tund pêk aniye.

Kiryarên Tirkiyê, bi berdewamî îhtîmala aştiyeke rast bi gelê Kurd re ji holê radike.”

Back to top button