Rûspiyan bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîdan bidin malbatên wan

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi destê hêzên PDK’ê hatine şehîdkirin 63 roj li pey xwe hişt.
Çalakgeran bang li PDK’ê kir ku dest ji piştgiriya dewleta Tirk berde û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê, Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û rûspiyan îro serdana çalakiyê kirin..

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Huseyin Sadaa û Endamê Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî Şêx Elî Emîn li cihê çalakîyê daxuyanî dan..

Şêx Elî Emîn bang li PDK’ê kir û got:

“Em hemû di heman keştiyê de ne. Pişta xwe nedin dewleta Tirk. Erdogan dijminê hemû Kurdan e. Cenazeyên me radestî me bikin.”

Back to top button