kongra Star Amîna Hisên ji bo xelata wê ya Anîma a 2021’an pîroz kir

Rojnamevan û jina Kurd Emîna Hisên, ji ber xebata xwe di warê parastina mafên jinên Kurd û serweriya gelê Kurd de ji aliyê wezîra karên derve ya Katalonyayê ve bi Xelata Anima hat xelat kirin.

Emîna Hisên xelata xwe diyarî hemû şehîdên şoreşa Rojava, şehîd Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan û jinên Rojava ên ku bi fedakariyên xwe dengê jinan gihandin cîhanê kir.

Kongreya Star jî Rojnamevan Emîna bi peyamekê pîroz kir û wiha di peyamê de got:

“Em wek Tevgera Jinan Kongra Star, wergirtina Xelata Anîma ya 2021’an a ji bo Parastina Mafên Jinan û Serweriya Kurd te, pîroz dikin.

Dema em dibînin deng û têkoşîna jinên Rojava deng li cîhanê vedaye, em zêdetir hêzê distînin.

Tu wek jinek Kurd, tevî ku dûrî welatê xwe ye lê dîsa jî te dest ji dozê berneda û ji bo mafên jinan dixebitî.

Ev yek cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Em têkoşîna te û wergirtina xelatê, pîroz dikin.

Back to top button