ŞAREDARIYA GEL A ROJHILATÊ QAMIŞLOYÊ DEST BI DERIYÊ VEGUHASTINÊ KU BI DIRÊJAHIYA 350 Û FIREHIYA 8 METRE YE, KIR

Ji bo sivikirina aloziya trafîkê li taxa Cûdî, Şaredariya Gel a navçeya rojhilat a bajarê Qamişlo dest bi vekirina riyeke nû bi dirêjahiya 350 metre û firehiya 8 metre kir.

Şîrketa giştî ya rêyan Zagros li ser gelek pêvajoyan dest bi pêkanîna projeyê kir.

Pêvajoya yekemîn tijîkirina kortan, paşê 2 qat bi storahiya 30 cm tijî bike, niha jî alavên şîrketê kevirên hûr 20 cm tijî dike.

Di pêvajoya dawîn de jî wê rê were zîftkirin.

Endamê rêveberiya hunerî di şîrketa giştî ya rêyan de endezyar Ehmed Mihemed Hesen axivî û got:

Me dest bi projeyê kir da ku em aloziya tevgera trafîkê li ser pira Cûdî sivik bikin û rê li ber qezeyan bigirin.

Her wiha da xuyakirin ku sûda ji rê ew e ku wê ev rê ya çûyînê be û pir jî wê ya hatinê be.

Li aliyekî din jî karkerên Şaredariya Gel a rojhilatê pira Cûdî ku ji ber lehiyê di mehên Nîsan û Adarê de xerab bûn, sererast dikin.

Leave a Reply

Back to top button